Ji Amerîkayê dîplomasiya "Ketaib Hizbullah"ê

Wezîrê Karên Derva Mike Pompeo li ser êrîşa rêxistina Ketaib Hizbullaha nêzîkî Îranê ya dijî hêzên hevpeymana li Iraqê û bersiva ku artêşa Amerîkayê dayê, bi têlefonê bi serkirdeyên Îsraîl, Erebistana Siûdî û MYEyê ra xeberda

Ji Amerîkayê dîplomasiya "Ketaib Hizbullah"ê

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Mike Pompeo li ser êrîşên Amerîkayê yên dijî hin hedefên Tuxayên Hizbullahê ên li Iraq û Sûriyeyê, bi têlefonê ligel Prensê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bin Selman û Prensê Welîehd ê Ebû Dabiyê û Alîkarê Sererkanê Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) Şêx Mihemed bin Zayed Al Nahyan peywendî danî û peyama "hevkariya nêzîk" a ligel van welatan da.

Berdevka Wezaretê Morgan Ortagusê ragihand ku Wezîr Pompeo bi têlefonê ligel Netanyahu, bin Selman û Al Nahyan cuda cuda axivî.

Li gorî vê, Pompeo di peywendiya xwe ya ligel Netanyahu da li ser gefa Îranê ya dijî herêmê û paşxaneyên êrîşên dawîn ên Amerîkayê yên li Iraq û Sûriyeyê sekinîn.

Pompeo bal kişand ku Amerîka ji bo parastina welatî û berjewendiyên xwe yên li herêmê dê bibiryar di bicihkirina gavên berbiçav ên dijî Îranê da berdewam be.

Pompeo di peywendiya xwe ya ligel Al Nahyan da jî sipasiya MYEyê kir ku dijî Îranê piştgiriyê dide Amerîkayê û herwiha bal kişand ku Amerîka û MYE li ser heman xetê ne û lewma jî hevkarî û hemahengiya wan dê dewam bike.

Pompeo û bin Selman jî ku bi hûrgilî li ser fealiyetên Ketaib Hizbullah ên li herêmê û herwiha êrîşa Amerîkayê ya dijî vê unsûrê rawestiyan, bal kişandin ku ew ê xebata xwe ya hevbeş a dijî Îranê bidomînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE