Ji Amerîkayê sefera ewil a balafirê ya ji bo Stenbolê çêbû

Piştî 3 mehan balafira THYyê ya ji Amerîkayê rabû gihîşt Stenbolê

Ji Amerîkayê sefera ewil a balafirê ya ji bo Stenbolê çêbû

Ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) di navbera Amerîka û Tirkiyeyê da seferên balafiran ên Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) nêzîkî 3 mehan e hatibûn e hatibûn rawestandin ku sefera ewil a balafiran îro çêbû û balafirên ku ji Chîcago û Washîngtona bajarên Amerîkayê rabûn, gihîştin Stenbolê.

Balafira ewil a Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) ya TK6 ya ku tîpa wê Boeîng 787-9 e bi 276 rêwiyên xwe va ji Chîcagoyê bi rê ket û di saet 08.30an da gihîşt Balafirgeha Stenbolê.

Sefera din a THYyê ya TK8 jî bi 279 rêwiyên xwe va ji Washîngtonê rabû û di saet 09.15an da hat Balafirgeha Stenbolê.

Piştî karên wan ên pasaportê rêwî ji balafirgehê derketin.

- "Ez pir kêfxweş im"

Vedat Sebatê ji Washingtonê hat welêt got piştî demeke dirêj ew gihîşt Tirkiyeyê û wiha axivî: "Nêzîkî mehekê ye ez bendê me ku vegerim. Ji ber ku ez hatim, ez pir kêfxweş im. Em welatê xwe hez dikin. Em dixwazin tetîlê bikin. Em li wir pir aciz bûn, li her derê talûkeya vîrusê heye û em nikarin derkevin cihekî. Li Amerîkayê rewş hinekî xirab e, welatî bifikar in. Yek jî wek ku hûn dizanin mijara polêsan çêbû."

- "Şikir em vegeriyan welêt"

Rêwî Mert Şîşlî jî got ev du meh e ku ew dixwaze vegere welêt û wiha axivî: "Şikir em vegeriyan welêt. Ev der ji hêla tenduristiyê va ji Amerîkayê ewlehîtir e. New Jersey û New York pir xirab e. Em li vir baştir in."

- "Tiştekî bê kirin tune, niha li her derê dinyayê her kes di heman rewşê da ye"

Rêwiyekî din Ayhan Îlbak jî kêfxweşiya vegerê anî ziman û wiha dewam kir: "Tiştekî bê kirin tune, niha li her derê dinyayê her kes di heman rewşê da ye. Derfeta min çênebû ku ez bi balafira texliyeyê va vegerim. Mixabin cihê ku em lê bûn û li New Yorkê hemû sefer rawestiyane. Tenê di nav welêt da sefer hene, lê ji bo dervayî welêt tune. Dema THYyê ji Washingtonê sefer da destpêkirin em hatin."

THYyê ji bo Chicago û Washingtonê ji Stenbolê di hefteyê da 3 rojan seferan bike. Piştî vê ji bo bajarên din jî sefer wê bên destpêkirin.

Piştî rewşa normalbûnê dest pê kir di 1ê Hezîranê da ji Balafirgeha Stenbolê seferên di nav welêt da dest pê kiribûn. Di 11ê Hezîranê da seferên dervayî welêt dest pê kiribûn ku cara ewil THYyê ji bo Almanya, Îngiltere û Hollandayê sefer dabûn destpêkirin.

Piştî van di 19ê Hezîranê da roja înê cara ewil ji Balafirgeha Stenbolê ji bo Chîcago û Washnîngtonê seferên THYyê çêbûbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE