Ji Artêşa mê li ser sînorê Îdlibê fealiyeta perwerdeyê

Yekîneyên ku bi destê Artêşa Tirkiyeyê wekî teqwiye seba yekîneyên li ser sînorê Sûriyeyê hatin şandin, li sînorê Hatayê fealiyetên perwerdeyê kirin

Ji Artêşa mê li ser sînorê Îdlibê fealiyeta perwerdeyê

Yekîneyên ku bi destê Artêşa Tirkiyeyê wekî teqwiye seba yekîneyên li ser sînorê Sûriyeyê hatin şandin, li sînorê Hatayê fealiyetên perwerdeyê kirin.

Yekîneyên ku ji deverên cuda yên Tirkiyeyê bo navçeya Altinozu ya li ser sînorê Îdlibê hatin şandin, qederekê li ser xala dawîn a sînor fealiyeta perwerdeyê kirin.

Di vê çarçoveyê da hilgirên zirîpoşên TOW, li ser sînorê Sûriyeyê bi meqseda perwerdeyê peywira dewriye û manevrayê anîn cih.

Ji aliyekî din va jî yekîneyên komandoyan jî li ser erdê perwerdeya întiqal, çavdêrî û lêgerîna mayinan kirin.

Di perwerdeyê da tifinga nîşangir a neteweyî (KNT 76) ya ku bi destê Endustriya Makîne û Kîmyayê (MKE) hat çêkirin û ket nav envanterê Artêşa Tirkiyeyê hat emilandin.

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Çile 2019, 15:03
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE