"Ji aştiya îmarê 9 milyon û 500 hezar welatiyên me îstifade kirin"

Kurum Walîtiya Trabzonê ziyaret kir û paşê jî seroktiya civîna ku şaredarên navçeyan beşdar bûn û ji çapemeniyê ra girtî hat kirin bi rê va bir.

"Ji aştiya îmarê 9 milyon û 500 hezar welatiyên me îstifade kirin"

Wezîrê Hawirdor û Bajarvaniyê Murat Kurum der heqê aştiya îmarê da got: "Heta niha 9 milyon û 500 hezar welatiyên me ji aştiya îmarê îstifade kirin û bi qasî 14 milyar lire pere hat razandin."

Kurum Walîtiya Trabzonê ziyaret kir û paşê jî seroktiya civîna ku şaredarên navçeyan beşdar bûn û ji çapemeniyê ra girtî hat kirin bi rê va bir.

Wezîr Kurum piştî civînê axivî û aştiya îmarê ya ku qewlê wê di 31ê berfanbarê da tijî dibe bi bîr xist û got: "Ji bo ku qewl bê dirêjkirin daxwaz gelek in emê di 31ê Berfanbarê da vê yekê binirxînin. Ji bo ku welatiyên me di 31ê berfanbarê da bikaribin pere razînin hemû bankeyên dewletê wê dawiya hefteyê jî vekirî bin û welatiyên me dawiya hefteyê jî wê bikaribin ji vê aştiyê îstifade bikin."

Kurum dahata ku ji aştiya îmarê hat jî eşkere kir û got: "Heta niha 9 milyon û 500 hezar welatiyên me ji aştiya îmarê îstifade kirin û bi tevahî qasî 14 milyar lire pere hat razandin."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE