Ji Başûrê Rojhilatê di 10 mehan da ji 9,8 milyar dolarî zêdetir îxracat

Ji Başûrê Rojhilatê welêt di 10 mehan da ji 9,8 milyar dolarî zêdetir îxracat hat kirin

Ji Başûrê Rojhilatê di 10 mehan da ji 9,8 milyar dolarî zêdetir îxracat

Ahmet Fîkret Kîleciyê Serokê Kordînator ê Yekîtiyên Îxracatkarên Başûrê Rojhilatê Anadoluyê diyar kir ku di navbera rêbendan û cotmehê da îxracata wan gihîşte 9 milyar û 513 milyon dolarî.

Kîlecî di daxuyaniya nivîskî da destnîşan kir ku di cotmehê da îxracata herêmê li gor heman meha sala par ji sedî 12 zêde bû û derkete milyarek û 77 milyon û 39 hezar dolarî.

Kîlecî diyar kir ku li Gazîentabê jî di 10 mehên ewil ên salê da bi 8 milyar û 230 milyon dolarî îxracat hat kirin û wiha pê da çû:

"Îxracata herêma me di navbera rêbendan û cotmehê da ji sedî 28,7 zêde bû û derkete 9 milyar û 513 milyon dolarî. Ji sedî 37,8ê îxracatê çû welatên Rojhilata Navîn. Ji sedî 18,4ê îxracatê çû Ewropayê, ji sedî 14,5ê îxracatê çû Amerîkayê.Di vê heyamê da me amûr îxracî 197 welatan kir. Di rêzên ewil ên îxracatê da Iraq, Amerîka, Sûriye, Îngiltere, Îtalya, Îran, Almanya, Îsraîl, Misir û Lîbyayê cî girtin. Ji herêmê herî zêde xalîçeyên makîneyan, ta, qumaş, amûrên pasteyan, plastîk hatin îxrackirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE