Li Batmanê ji bo piştgirî û alîkariya xelkê Yemenê kampanyayek hat lİdarxistin. Di kampanyaya platforma azadiya fikr û baweriyê de 130 hezar lîre pere hat berhevkirin. Pereyê ku hat bervevkirin, ji bo hewcedaran hat şandin Yemenê.
Piştgirî û alîkariyên ji bo xelkê Yemenê dewam dikin.
Di vê çarçoveyê de li Batmanê kampanyayeke alîkariyê hat lidarxistin.
Di kampanyaya Plartforma Azadiya Fikr û Baweriyê de ji herkesî 10 lîre hat berhevkirin.
Berdevkê Komeleyê Latif Kaya got: “Gel û saziyên me elaqeyeke mezin nîşanî kampanyayê dan û em spasî wan dikin.”
Pereyê ku bi piştgiriya xelkê Batmanê û Saziyên Civaka Sivîl hat komkirin, ji bo hewcedaran hat şandin Yemenê.
Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 12:32