Ji bo masîvaniya li qersê pêş ve here, 85 hezar masiyên behra spî hatin berdan 4 golên Qersê.
Gola Asbogayê, ya Kagizmanê, Gola Behrê û ya Şirinköyê…
85 hezar masîpankên aliyê herêma Behra Spî, hatin berdan golên Qersê.
Midûriya Masî û Masivaniyê proje ji bo masivaniya bajêr geş bibe li dar xist.
Lê Midûrê Daristan û Cotkariyê yê bajêr Hüseyin Düzgün dibêje ev yek bi tenê bi xîreta me nabe.
Ji bo masîvaniya herêmê geş bibe û bi kêrî aboriyê were dibêje “divê gel jî guh bide qedexeya girtina masiyan”