"Ji Bendera Odessayê rêketina keştiyan wê dewam bike"

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar: Ji Bendera Odessayê rêketina keştiyan wê dewam bike

"Ji Bendera Odessayê rêketina keştiyan wê dewam bike"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar daxuyand ku keştiya ewil a dan û dexl lêbarkirî ya di çarçoveya peymana sewqiyata dan û dexl da ji Bendera Odessayê derket wê sibê di saet 15.00î da bigîhêje Tengava Stenbolê, piştî ku li Stenbolê sekinî jî heyeta ji nûnerên Rûsya-Ukrayna-Tirkiye-NYyê pêk tê yên di Navenda Kordînasyona Hevpar da wezîfedar in wê keştiyê kontrol bikin.

Akar beşdarî Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) bû û pirsên der barê rojevê da bersivand.

Wezîr Akar behsa keştiya ewil a 27 hezar ton lazût lêbarkirî û alaya Sîerre Leoneyê li ser e kir û got keştî ji Bendera Odesayê ya Ukraynayê di saet 09.15an da bi rê ket ku here Lubnanê û Navenda Kordînasyona Hevpar jî wê vê pêvajoyê bişopînin.

Akar wiha axivî: "Ji vir û şûnda keştî wê bi heman awayî bi rê kevin û dewam bikin. Ew ê sibê dora 15.00î wê xwe bide peravên Tengava Stenbolê, piştî ku sekinî heyeta ji nûnerên Rûsya-Ukrayna-Tirkiye-NYyê pêk tê yên di Navenda Kordînasyona Hevpar da wezîfedar in wê keştiyê kontrol bikin."

Wezîr Akar anî ziman ku pirsgirêka xurek ya kurewî li dinyayê heye û wiha dewam kir: "Di asta koçê bide destpêkirin da ye. Ji Afrîkayê ber bi Ewropa û Tirkiyeyê dikare koçê bide destpêkirin. Ji ber ku ber bi çareseriyê diçe ev gav girîng e. Di benderên Rûsyayê da jî hin xurek û madeyên kîmyewî hene. Sewqiyata van mijareke dervayî xebatên me ye, lê ji bo vê em karibin tiştekî bikin wek Tirkiye em ê kêfxweş bin."

 "2 hezar û 226 terorîst hatine berterefkirin"

Der barê operasyonên têkoşîna terorê da jî Akar wiha got: "Ji 1ê rêbendana 2022yê pê va 2 hezar û 226 terorîst hatine berterefkirin."

Artêşa Amerîkayê ji bo serokê YPG/PKKyî peyama sersaxiyê dabû ku Akar der barê vê mijarê da jî wiha axivî: "Ne karê aqilan e, tu şiroveya vê tune. Mitefîqên me yên Amerîkî dema sibê û du sibe bi bîr bînin wê xemgîn bin."

Akar pirsa "Amerîkayê gelo dev ji PYD/YPGyê berde?" wiha bersivand: "Wê dev jê berde. Bi teror û terorîstan va jiyan nameşe. Wê di dawiya dawîn vê rastiyê fêm bikin."'

Wezîr Akar behsa îxrackirina endamên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) kir û wiha got: "Heta niha 24 hezar û 435 mensûbên FETO hatine îxrackirin. Ji van rutbeya 2 hezar û 754an jî ji wan hatine jêkirin."

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar ragihand ku Şêwra Eskerî ya Payebilind wê 4ê tebaxê roja pêncşemê bi serokatiya Serokomar Erdogan bicive.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE