Ji ber ava firingiyan ên ku rijiyan ser rê 18 wesayît li hev qelibîn, kesek mir

Ji ber ava firingiyan ên ku rijiyan ser rê 18 wesayît li hev qelibîn, kesek mir

 Li Balikesîrê di encama qezaya ku 18 wesayît li hev qelibîn da kesek mir, 10 kes jî birîndar bûn.

Li kîlometreya 15emîn a rêbejaya Balikesîr-Bursayê li tanga Yenîkoyê ji tira ku plaqeya wê 10 AGD 06 û ajokarê wê C.U. (55) ye, ava firingiyan rijiyan ser rê û di encamê da 18 wesayît şiqitîn û li hev qelibîn.

Gelek ekîbên 112 Servîsa Bilez, îtfaiye, cendirme û polêsan bo ciyê bûyerê hatin sewqkirin.

Li gorî encamên destpêkê kesekî di wesayîtên qeza kirin da mir, 10 kes jî birîndar bûn. Birîndar bi ambulasan rakirin nexweşxaneyên nêzîk.

Ajokarê tirê C.U. ku piştî qezayê banz da, di kurtedemekê da bi destê ekîbên cendirmeyê hat qefaltin.

Ekîb xebatên xwe yên rêpaqijkirin û rakirina wesayîtan didomînin.

Ajokar Hayri Turoglu ku wesayîta wî jî qeza kir, di daxuyaniya xwe ya da rojnamegeran da diyar kir, leza wî dora 65-70 kîlometreyî bû.

Turoglu bal kişand, ava firingiyan bi qasî nîv metreyî bilind rijiyan ser rê û wiha dewam kir, "Gelek wesayît li hev ketine, ez sekinîm, lê tira ji para va dihat, li min da. Wesayîta min bû pert, dû ra ez peya bûm û min alîkariya welatiyan kir. Tira qezakirî banz nedaya, bisekiniya, bihata jor û rê bibiriya ev bobelat çênedibû. Niha bi destê hêzên ewlekariyê hatiye binçavkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE