Ji ber balona mirazan ya ku nêzî Qesra Îshaq Paşa hat firandin 5 hezar balye gîha şewitî

Ji ber balona mirazan ya ku nêzî Qesra Îshaq Paşa hat firandin 5 hezar balye gîha şewitî

Li bazîda navçeya Agiriyê nêzî Qesra Îshaq Paşa ya dîrokî di şewata ku li gor îdiayê ji ber balona mirazan derketiye da 5 hezar balye gîha şewitîn.

Li gor agahiya ku hat hildan, li herêma ku 7 kîlomêtre dûrî navenda navçeyê ye û Qesra Îshaq Paşa ya dîrokî, Keleha Urartuyan û Mizgefta Bayezidê ya Berê jî lê ye, baloneke mirazan hat firandin û bi tesîra bagerê ra balon li loda balyeyên gîhê ya pêşiya mala Yemlîhan Tan ket.

Çirûskên agir pekiyan lodê û di demeke kin da agir bi hemû lodê ket.

Bi cabdayîna kesên derdorê ra gelek wesayîtên îtfaiyeyê û ekîbên cendirme sewqî cihê bûyerê kirin.

Ekîbên îtfaiyeyê û cînaran agir di nav 2 saetan da temirand, 5 hezar balye gîha bi temamî, tewleya nêzî malê jî qismen şewitî.

Ekîbên cendirme li cihê bûyerê îfadeya kesê ku li gor îdiayê balona mirazan firandiye, hilda.

Derheqê bûyerê da lêpirsîn dewam dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE