Ji ber barana gij çemê Xaburê rabû

Masîvanan jî ev ji xwe re kirin fersend û torên xwe avêtin çêm

Ji ber barana gij çemê Xaburê rabû

Meterolojî ev çendek e hişyariyan dide û dibêje li seranserê welêt wê şilî hebe. Wisa jî bû, lê li hin cihan ji ber barana zêde çem rabûn. Çemê Xaburê hemû tişt da ber xwe û bi xwe re bir. Lê hin kesan jî ev ji xwe re kirin fersend û ji bo masiyan tor avêtin çêm.

Ji ber barana gij riya Şirnex û Colemergê hat girtin…

Û çemê Xaburê rabû; dîwar, dar û ax çi hebû da ber xwe.

Ev çend roj in li Şirnexê baraneke gij heye û dibe sedema tirs û xofê.

Lê hin welatiyan jî ligel barana gij û çemê har, berê xwe dan ser çêm û torên xwe avêtin.

Di vê masîvaniya xeternak de nêzî 60 kîlo masî girtin û li gund firotin.

Dîroka nûkirinê: 02 Kanûn 2018, 16:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE