Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê ji ber barîna berfê li Agirî û Erziromê qederek dibistan hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Agiriyê da hat ragihandin ku ji ber şertên nerênî yên hewayê û ji ber barîna berfê li navenda parêzgehê û gundên girêdayî wê dibistan îro hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniyê da herwisa hat destnîşankirin ku îro îzin dan jinên ducanî û personelê astengdar ku di dem û dezgehên qamûyê da dixebitin jî.
Herwiha ji ber barîna berfê li navçeyên Agiriyê Xamûr, Elaşgir û Taşliçayê jî perwerde îro dan sekinandin.
Dîsa ji ber barîna zêde ya berfê li Xoresana navçeya Erziromê jî dibistan hatin tetîlkirin.