Li Siirt , Bingöl, Şırnak û Batmanê ji ber barîna berfê rêya 228 gund û goman hat girtin.
Li Siirt û navçeyên wê ji duh êvarê vir da berf dibare.
Ji ber berfê rêya 20 gundên Pervariyê, 8 gundên Baykanê, 7 gundên Şîrvanê û 5 gundên Eruhê hat girtin.
Xebatên vekirina rêyan yên Şeftiya Şaxa Siirtê ya 94an a Rêbejayê û Îdareya Taybet a Bajêr dewam dikin.
Li gor agahiyên ji rayedarên Îdareya Taybet a Bajêr ya Bingölê hatin sitandin, berfa di 18ê sibatê da dest bi barînê kir ji bo welatiyan bû tengasî.
Ji ber berf û bagerê rêya 88 gund û goman hat girtin. Ekîb ji bo vekirina rêyên girtî bi dozer, kepçe û kirêderan dixebitin.
Li gor agahiyên ji Îdareya Taybet a Bajêr ya Batmanê hatin sitandin, ji ber berfa dibare rêya 28 gund û 66 gomên Qozlux û Sasonê hat girtin. Ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêyên girtî bênavber dixebitin.
Dîsa ji ber berf û bagerê rêya 5 gundên Beytüşebabê û gudekî Uludereya navçeyên Şırnakê jî xitimî, xebatên vekirina rê dewam dikin.