Ji ber berfa ku dihele deşta Çaldiranê di binê avê da ma

Ji ber berfa ku dihele deşta Çaldiranê di binê avê da ma

Li Çaldirana navçeya Wanê ji ber berfa dihele û baranê deşta Çaldiranê di binê avê da ma.

Li Çaldiranê ji ber berfa dihele û baranê zevî û eraziyên li gundên Yassitepe, Xan, Bizirxane, Aşagi Kuyucak, Kalkandelen û Sellikê di binê avê da man.

Ji welatiyan Orhan Guney daxuyanî da rojnamevanan û destnîşan kir ji ber ku berf dihele û di ser da jî baran barî ava çemê Bendîmahiyê zêde bû û deşta Çaldiranê di binê avê da ma.

Guney diyar kir zevî û erazî di bin avê da mane û got ku her sal biharê av zêde dibe û dîmenên wiha çêdibin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE