Ji ber binavbûna belema ku tê da 61 kes xeniqîn ji bo 12 kesan daxwaza 38 sal cezayê hebsê

Ji ber binavbûna belema ku tê da 61 kes xeniqîn ji bo 12 kesan daxwaza 38 sal cezayê hebsê

Di çarçoveya lêprisîna binavbûna belema ku li Gola Wanê binav bû û 61 kes tê da xeniqîn da ji bo 12 kesên ku 6 jê girtîne ji her yekî ra 38 sal û 6 meh cezayê hebsê hat xwestin.

Serdozgeriya Komarê ya Wanê lêpirsîna li ser binavbûna belema bi navê "Akbaş" ku koçberên dereqanûnî derbasî welêt bûbûn tê da bûn û 27ê hezîranê li peravên Girava Çarpanakê binav bûbû û her wiha di encamê da 61 kes xeniqîbûn û miribûn, temam kir.

Di çarçoveya lêpirsînê da ji ber bûyerê der heqê 12 kesên ku 6 jê girtî ne, ji ber sûcên "Qaçaxçîtiya koçberan" û "Bi zanetî û bi qusûr bû sedema mirina ji yekî zêdetir kesan" doza qamûyê hat vekirin, der heqê 25 berşikan da jî biryara "lêpirsîn pêwîst nake" hat dayîn.

Di îdianameya ku ji hêla Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ya 7emîn hat qebûlkirin da der heqê 12 berşikan da ji her yekî ra 38 sal û 6 meh cezayê hebsê hat xwestin.

Darizandina berşikan dê di rojên pêş me da dest pê bike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE