Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna dijî endamên Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ji ber ku pirsên ezmûna Koleja Polêsan a sala 2009an belav kirine da der barê 64 kesan da biryara binçavkirinê derxist.
Di daxuyaniya Serdozgeriyê da hat gotin Enqere jî di nav da li 24 bajaran kar û barên binçavkirinê dewam dike.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji şikbaran kesek hê girtî tê darizandin. Li gor daxuyaniyê di çarçoveya lêpirsînê da heta niha îfadeya 310 kesan hatiye hildan. AA