Ji ber germê berê xwe didin cihê hênik

Welatî li ber Çemê Reşan ger û geştê dikin 

Ji ber germê berê xwe didin cihê hênik

Havînan bajarên herêmê zêde germ dibin. welatî jî di betlaneyan de berê xwe didin ber çeman û cihên hênik. yek ji cihên hênik jî çemê reşan e. welatiyên bajarên cîran jî li derdora vî çemî xwe hênik dikin û têra dilê xwe digerin. 

Çemê Reşan di navbera Mêrdîn û Diyarbekirê de ye û yek ji cihên hênik û ger û geştê yê. 

havînan bi hezaran welatiyên bajarên derdorê berê xwe didin vî çemî û ji germa bajaran dûr dikevin. 

Hin kes bi malbatî li dora çêm bêhna xwe vedidin û hin kes jî ger û geştê dikin. 

Şêniyên gund jî li derdora çêm textên rûniştinê çêkirine û bi vê yekê xizmeta welatiyan dikin. 

Di tesîsên dordora çêm de goştê masiyan tê biraştin, lê welatî bi xwe jî xwarinan dipijînin. 

Zarok di ava nizm de kêf dikin mezin jî nigên xwe dixin avê û li ber siya daran bêhna xwe vedidin. 

Jinên Çemê Reşan jî debara xwe bi nanê sêlê dikin û ji geştiyaran re nanê sêlê lê dixin. 

Seranserê çêm bi kesên ku ji xirecira bajêr reviyane tijî ne û ji xwe re li cihê hênik rûdinin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE