Li Kızıltepeya Mardînê him ji ber germê him jî ji ber rojîyê şaredarî bi şev karê peyzajê dike. Xebatkar piştî fitarê derdikevin kolanan û li kêleka riyan kulîlkan diçînin.
Li Kızıltepeyê şaredarî xebatên peyzajê bi şev dide kirin.
Bi dehan xebatkarên jin ji bo ku kulîlkan diçînin piştî fitarê derdikevin kolanan.
Di saya xebata bişev xwe ji germa rojê diparêzin.
Xebatkarên jin wê 350 hezar kulîlkî biçînin.
Çandina şitl û kulîlkan heta paşîvê dewam dike.
Piştre xebatkar paydosê dikin.