Ji ber germê trafo diteqin

Ji ber germa zêde trafoya li Taxa Kooperatîfê ya Siirtê şewitî...

Ji ber germê trafo diteqin

Li taxa herî qelebalix a navenda Sêrtê ji ber germahî û bikaranîna zêde ya ceyranê trafo teqiya. Tîmên çêkirina ceyranê piştî xebateke zêde trafoya şewitî guherandin.

Îsal li herêmê hewa gelek germ e . Ji ber germahiyê ceyran gelek tê emilandin.

Loma hin pirsgirêkên ceyranê derdikevin. Ji ber germahî û bikaranîna zêde trafoya taxê şewitî. Welatî demekê di tariyê de man.

Tîmên çêkirina ceyranê ewil trafoya teqiya hildan, paşê jî ya saxlem girêdan.

Dûvre ceyrana hemû taxê hat.

Her wiha tîma ceyranê ji bo ku careke din trafo neteqe ji welatiyan xwest ku zêde ceyranê bi kar neynin.

Dîroka nûkirinê: 14 Tebax 2019, 17:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE