Li Van, Hakkari, Bitlis û Mûşa ku hewa germ dibe ji bona aşîtê hişyarî hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriyeta Herêma 14emîn ya Meteorolojiyê hat diyarkirin li tevahiya herêmê hewa wê kêmewr be û germahî jî li gor demsalê be.
Tê texmînkirin di nav rojê da germahî li Mûşê 8, li Van û Hakkariyê 5 û li Bitlisê 2 pile be.
Li Van, Hakkari, Bitlis û Mûşa ku hewa germ dibe li berwarên bilind yên berf lê hene ji bona aşîtê hişyarî hat dayîn.AA