Ji ber guherandina tabelayan kêfxweş in

Esnafên Rihayî bi tabelayên nû kêfxweş bûn.

Ji ber guherandina tabelayan kêfxweş in

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê, ji bo ku tabelayên kevin û ne xweşik ên dikanan werin guherandin, xebatek da destpêkirin. Heya niha gelek tabelayên nû hatin dardakirin. Efnafên Rihayî bi vê xebatê gelek kêfxweş in.

Ev der sûka dîrokî ya li navenda Rihayê ye.

Berê him li vê sûkê, him jî li gelek deverên bajêr tabelayên dikanan kevin bûn.

Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê ji bo guherandina tabelayan xebatek da destpêkirin.

Heta niha bi hezaran tabelayên kevin û ne xeşik hatin rakirin. Li dewsa wan ên nû hatin dardakirin.

Welatî û esnafên Rihayê jî bi vê xebatê kêfxweş bûn.

Dîroka nûkirinê: 04 Cotmeh 2018, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE