Ji ber hişkesaliyê lêkolîn tên kirin

Li Bingölê ji ber hişkesaliyê tovên ceh ên cuda tên ceribandin.

Ji ber hişkesaliyê lêkolîn tên kirin

Akademîsyenên Zanîngeha Bingölê, li ser tovên ceh lêkolînan dikin ka kîjan cure dikare di hişkesaliyê de li ber xwe bide û ber bide. Lêkolîner û pisporên çandiniyê li zeviyên Bingölê 50 tovên cuda ceribandin.

Wekî seranserê dinyayê îsal li Tirkiyê jî hişkayî heye.

Ji ber ku baran tune li erdên bejî berên ku tên avêtin şîn nabin.

Akademîsyen û pisporên Zanîngeha Bingölê ji bo çandiniya baştir dest bi xebatên ceribandina tovên cuda kirin.

Pisporan li zeviyan 50 cure tovên ceh çandin ku bizanibin di hişkayiyê de kîjan ziwa nabe.

Pisor dixwazin ku li herêmên bejî ber û kalîteya ceh û genim zêde bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE