ji ber kêmasiya xwarinê û hewaya germ gelek qaqlibaz dimirin

Li Vanê ji ber kêmasiya xwarinê û hewaya pir germ gelek qaqlibaz dimirin

ji ber kêmasiya xwarinê û hewaya germ gelek qaqlibaz dimirin

Li Vanê ji ber ku masiyên li golan û çeman koç kirin û hewa jî pir germ e hejmara qaqlibazên dimirin zêde bû.

Hewzaya Gola Vanê ji gelek cure çivîkan ra mazûvaniyê dike ku qaqlibaz jî li giravên Adir, Çarpanak, Axtamar û Kuzuyê ji xwe ra kirine jîngeh.

Rayedarên Midûriya Herêma 14emîn a Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê li van herêman û qereqa Gola Vanê lêkolînan dikin û nimûneyan dişînin laboratuvaran.

Piştî ku di navbera 15ê Nîsanê û 15 Tîrmehê da masîkefalan ji Vanê koç kir û hewa jî zêde germ bûn qaalibaz nikarin têra xwe xwarinê bibînin û dimirin.

Midûrê Herêma 14emîn a Parkên Neteweyî û Parastina Siruştê Mustafa Şenturk daxuyand hewzaya Gola Vanê ji bo gelek cure çivîkan cihekî dewlemend e.

Şenturk got ji 475 cure çivîkên li Tirkiyeyê dijîn jê 232 cure li Vanê hene û wiha axivî: "Ji van cureyan yek jî qaqlibazên Vanê ne. Ew li cihên avî yên dora Gola Vanê dijîn. Ji bo cot bibin diçin cihên bêdeng û yên însan lê kêm in. Giravên Adir û Çarpanakê ji bo cotbûna wan cihên herî girîng in."

 "Li gor me ne ji ber vîrusê ye"

Şenturk got havînan qaqlibaz zêde dimirin û wiha axivî: "Qaqlîbaz dema masîkefal koç dikin di wê demê da wan masiyan dixwin û ji hêla proteînê va xurt dibin lê dema koç diqede qaqlîbaz di temînkirina xwarinê da zehmetiyê dikişînin. Di salên dawîn da ji ber hişkayî, germahî û sedemên hawirdorî qaqlîbaz jar dibin û bi komî hişk dibin. Her sal di vê demsalê da em rastî vê yekê tên. Hevalên me li qadê ne û di demên berê da jî me lêkolîn kir û ev hişkbûn ji ber mîkrob û vîrusê nînin. Tiştekî mirov bitirse nîne."

 "Cûcikên têr nexwin û birçî dimînin hişk dibin"

Prof. Dr. Atîlla Durmuş ê Hîndekarê Beşa Zanista Sereke ya Zoolojiyê ya Fakulteya Fenê ya Zanîngeha Wan Yuzuncu Yilê got ku li der û dora Gola Vanê populasyona qaqlîbazan gelek zêde ye û wiha domand: "Me di xebatên li der û dora Gola Vanê kir da dît ku nêzî 50 hezar qaqlîbaz hene. Ew li giravan qip dikevin û cûcikên di heyama duyemîn a têr nabin û birçî dimînin jî hişk dibin. Ev ji bo mirov û heywanan tiştekî bi talûke nîne."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE