Ji ber kêmbûna avê bi hezaran masî telef bûn

Ekîbên agirkujiyê jî piştî ku xeber girtin, av anîn berdan golê û masiyên mayî ji mirinê xilas kirin. Îsal li gelek deveran hişkesalî heye.

Ji ber kêmbûna avê bi hezaran masî telef bûn

Li Şemrexa Mêrdînê, ji ber tûnebûna baranê gola dumlûcayê zûwa bû. Li golê bi hezaran masî jî telef bûn. Ekîbên agirkujiyê jî piştî ku xeber girtin, av anîn berdan golê û masiyên mayî ji mirinê xilas kirin.

Îsal li gelek deveran hişkesalî heye.

Ji ber vê yekê jî gelek derên avî hişk û zûwa bûn.

Ev der jî Gola Dumlûcayê ya Şemrexa Mêrdînê ye.

Ji ber tunebûna baranê gol zûwa bû.

Bi hezaran masî jî telef bûn.

Şêniyê herêmê xeber gihand rayedarên bajêr.

Pişt re ekîbên agirkujiyê hatin û bi tanken avê, av berdan golê.

Bi vê yekê masiyên mayî jî ji mirinê filitîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE