Ji ber koronayê mektep hatin betlanekirin

Kalin: Mekteb ji 16’ê Adarê û pê de hefteyekê hatin tatîlkirin

Ji ber koronayê mektep hatin betlanekirin

Mekteb ji 16’ê Adarê û şûn de wê hefteyekê navberê bidin. Ji 23’ê Adarê û şûn de jî wê perwerdeya ji dûr ve dest pê bike. Zanîngehan jî 3 hefteyan navber dan perwedeyê. Hemû pêşbirkên sporê jî hê heta dawiya nîsanê wê bê temaşevan bên lîstin. Biryarên di vî warî de, di civîna koronavîrûsê ya li beştepeyê de hat girtin.

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: Dibistanên Seratayî, yên Navîn û Lîse ji 16’ê Adarê û şûn de wê hefteyekê bên tatîlkirin.

Betlaneya Nîsanê pêş de hat kişandin.

Mekteb ji 16ê Adarê û şûn de bên tatîlkirin.

Xwendekar, ji 23yê Adarê û şûn de jî wê hefteyekê ji dûr ve perwerdeyê bibînin.

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: xwendekarên me wê perwerdeya xwe li malên xwe bidomînin. Wezareta perwerdê ji bo vê yekê li ser înternet û televîzyonê bingeheke amade kir. Hûrgilyên vê jî wê bi malbatan re bên parvekirin.

Di 16’ê Adarê de tenê ne li dibistana wê li zanîngehan jî betlane dest pê bile.

Lêbelê wê perwerdeya jidûr ve ango înteraktîv neyê kirin.

Personel û kadroya akademiyê jî wê li ser karê xwe bin.

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: Roja 16’ê adarê û şûnde dê zanîngehên me wê têkevin betlaneyê. Telafîkirinê jî wê koordînasyona yök’ê tespît bike. Li gorî ûsilan wê bi zanîngehê re nirxandin bên kirin û programa nû bê tenzîmkirin.

Di Serokatiya Erdoğan de li Beştepeyê civîna li ser Koronavîrûsê hat kirin.

Civîn 5 seat dewam kir. Hemû wezîrên Serokkomariyê di civinê de amade bûn.

Serok û nûnerên saziyên eleqadar jî li wir hazir bûn.

Biryarên girîng di civînê de hatin girtin ji aliyê Berdevkê Serokkomariyê İbrahim Kalin ve hatin ragihandin.

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: Li gorî şîret û tewsiyeyan pêşbazî û çalakiyên sporê biryar hat girtin ku heya dawiya meha nîsanê bêtemaşevan wê bên lîstin.

Ji bo karmendên kamuyê jî li ser geşt û çûna derwelêt sînor hat danîn.

Bi giştînameya Serokkomariyê ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin hat gotin ku; Ji bo wezîfe an gerê derketina derwelêt ya karmendên kamuyê hatin sekinandin.

Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin: Karmendên kamuyê wê bi destûrê karibin derkevin derve. Em dixwazin ku hemwelatiyên me jî çûyîna xwe ya derwelêt ji bo demekê taloq bikin.

Gava memûr û wezîfedarên kamuyê mecbûr bimînin ku derkevin derwelêt wê ji rêvebir, walî û wezîran destûrê bistînin.

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2020, 16:53
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE