Akar: "Li dibistan û navendên perwerdehiyê tevlî xwendekar û kesên tên qursê wê eskerên me jî heta demekê dawiya heftê dernekevin îznê."
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar: "(Agirbesta li Îdlibê) Hevdîtinên bi heyeta eskerî ya Rûsyayê ra didomin. Bi piranî lihevkirina me çêbûye."
"Me got ku heger agirbest xera bibe û êrîş bidomin em ê ji ciyê man dest pê bikin û canê wan jî biêşînin."
"Li Îdlibê bi hemû hêzên me mewcûdiyeta me dewam dike. Em venakişin û yekîne û hêzên me ciyê xwe mihafeze dikin."
"Di operasyona bi kordîneya MÎTê va ku li bakurê Iraqê hêzên me yên hewayî birin serî da yek jê jin 5 terorîstên qaşo di rêveberiya KCKyê da bûn hatin berterefkirin"
"(Kovîd-19) Li baregeh û yekîneyan me tevdîrên xwe hildane. Me hevdîtinên li dervayî welêt û çûyîna heyetan ya derva kêm kiriye."
AA