Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ragihand ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) li dervayî welêt 507 welatiyên Tirkiyeyê wefat kirin û cinazê ji 400 kesî zêdetir jî anîne welêt.
Çavuşoglu beşdarî bernameyeke Akit TVyê bû û pirsên der barê rojevê da bersivandin.
Wezîr Çavuşoglu li ser pirseke welatiyên Tirkiyeyê yên li dervayî welêt û texliyekirina wan da wiha axivî: "Qasî 7 milyon welatiyên me li dervayî welêt dijîn. Heta îro 507 welatiyên me wefat kirin û cinazeyê 400 kesî zêdetir me anî welêt. Hinekan xwest ew li wir bên definkirin, kar û barê hinekan jî dewam dike."
Çavuşoglu got texliyeya welatiyên Tirk ên ku dixwazin ji dervayî welêt vegerin dewam dike û wiha dewam kir: "Me ji 110 welatan ji 65 hezarî zêdetir welatiyên xwe anî welêt."
- Daxwazên 79 welatan hatin bicihanîn
Çavuşoglu anî ziman Tirkiyeyê di qada tenduristiyê da hewcedariyên xwe pêk aniye, hê di ser da jî ji ber Kovîd-19ê alîkariya welatên din kiriye û wiha got: "Me piraniya daxwazên 79 dewletan bi cî anî."
AA