"Ji ber ku alema Rojavayê malbat ji holê rakiriye ji binî va diheje"

Serokomar Erdogan diyar kir li Türkiyeyê siyaseta ku jinan tune dihesibîne, nabîne û hêza jinan dernaxe meydanê nikare bi ser keve.

"Ji ber ku alema Rojavayê malbat ji holê rakiriye ji binî va diheje"

 Serokomarê Türkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Malbatên me ji bona me zehf pîroz in. Ji ber ku alema Rojavayê malbat ji holê rakiriye ji binî va diheje."

Erdogan ji Ofîsa Dolmabahçeyê ya Serokomariyê bi weşana zindî beşdarî kongreyên şaxên jinan ya 6emîn ya AK Partiyê yên Adıyaman, Edirne, Erzurum, Îzmir, Kirşehir, Mêrsîn û Osmaniyeyê bû.

Serokomar Erdogan diyar kir li Türkiyeyê siyaseta ku jinan tune dihesibîne, nabîne û hêza jinan dernaxe meydanê nikare bi ser keve.

Erdogan destnîşan kir ji sedî 60ê mamosteyan û hema hema nîvê kesên di darazê da û kadroyên akademîk yên li zanîngehan bi tevahî di kamuyê da, îstixdama jinan ji sedî 40 e û got ku beşdariya jinan ya di heyata kar ji sedî 31ê derbas bûye. Hejmara jinên bêyî qeyd dixebitin heta nêvî kêm bûye.

Serokomar Erdogan got ku ez ji jinan dixwazim ku xwedî li heq û serkeftinên xwe derkevin.

Erdogan diyar kir çawa serkeftinên paşerojê bi hev ra nivîsandine wê Türkiyeya mezin û hêzdar jî bi hev ra ava bikin.

Serokomar Erdogan got ku malbatên me ji bona me zehf pîroz in, ji ber ku alema Rojavayê malbat ji holê rakiriye ji binî va diheje.

Erdogan der barê bûyerên li Zanîngeha Bogazîçiyê da destnîşan kir qismekî ciwanên li wir mixabin ji ber sorkirinên ji derva va dikevin nav lîstikeke wiha.

Serokomar Erdogan got ku bûyerên li Zanîngeha Bogazîçiyê heqê kesî tuneye saziyên me yên zanistê bisîqilîne û terorîze bike û em destûrê nadin tiştekî wiha.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE