Li Krîstîanstada bajarê Swêdê kesekî 91 salî li ser hesabê xwe ya medyaya civakî heqaret li misilmanan kir. Li ser vê mehkemeyê 6 hezar 500 krom (qasî 630 ewro) cezayê pereyan lê birî.
Mehkemeya Herêmê ya Krîstîanstadê der barê bûyerê da daxuyanî da û got ku şikbar ji ber sûcê "nefretê" hatiye cezakirin. Li gor daxuyaniyê şikbar ji misilmanan ra gotiye "mexlûqê pelos".
Mehkemeyê 2 meh ceza da şikbar, lê ji ber emrê wî ceza wegerandin 6 hezar û 500 kron cezayê peretî.
Li gor nûçeyên ku li çapemeniya Swêdê derketin şikbarê ev ceza hildaye li welêt merivê herî kal e.