Ji ber nexweşiyê nikare here dibistanê

Malbat, ji bo tedawiya Ecrînê ji dewlet û xêrxwazan alîkariyê dixwaze

Ji ber nexweşiyê nikare here dibistanê

Ecrîn Seval Yilmaza 8 salî ji ber nexweşiya talasemiyê nikare here dibistanê. Malbatê jî serî li midûriyeta perwerdeya Siirtê da. Midûriyetê jî mamosteyek peywirdar kir. Niha Ecrîn li mala xwe dersan digire û perwerde dibe.

Malbata Yilmaz li Taxa Barişê ya Siirtê dijî û xwediyê 5 zarokan in.

3 sal beriya vê di lêkolînan de derket holê ku Ecrîn Seval nexweşê talasemiyê ye.

Ji ber nexweşiya talasemiyê Ecrîn nikare here dibistanê. Malbatê jî ji bo ku li malê perwerde bibe serî li midûriyeta perwerdeya bajêr da.

Midûriyetê jî serlêdana malbatê qebûl kir û mamsosteyek wezîfedar kir.

Niha Ecrîn li mala xwe digel nexweşiya xwe dersan digire û perwerde dibe.

Malbat ji dewlet û xêrxwazan piştgriyê dixwaze ku Ecrînê ameliyat bibe.

Dîroka nûkirinê: 13 Çile 2020, 17:16
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE