Bi germbûna heywayê re daran dest bi weşandina polenan kir.
ji ber vê jî nexweşiyên alerjîk zêde bûn. pispor dibêjin, kesên ku ji polen û mêşûmoran alerjî dibin divê li gorî tevdîran hereket bikin.
Bi germbûna hewayê re nexweşiyên alerjîk zede bûn.
Bi hatina biharê re daran dest bi weşandina polenenan kir.
Piştî vê jî, nexweşiyên alerjik ên wekî xuriya çavan û astimê zêde bûn.
Pisporên tenduristiyê, ji ber zêdebûna nexweşiyên alerjîk hişyar dikin û dibêjin: “Wextê xur û bêhntengiya we zêde bû teqez biçin dixtorekî.”
Di heyama zêdebûna polenan de welatiyên ku ji çavên xwe hesas in an jî astima wan heye divê bê berçavk û bê maske dernekevin derve.