Ji ber sûcê kuştina 7 kesên li Konyayê 10 kes hatin girtin

Ji 14 bersûcên ku der barê li Konyayê ji heman malbatê kuştina 7 kesan da hatibûn binçavkirin 10 kes hatin girtin

Ji ber sûcê kuştina 7 kesên li Konyayê 10 kes hatin girtin

 Hat ragihandin ku ji 14 gumanbarên ku der barê li Merama navçeya Konyayê di êrîşa çekdarî da ji heman malbatê kuştina 7 kesan da sewqî edliyeyê kiribûn 10 kes hatin girtin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Serdozgeriya Komarê ya Konyayê da hat bibîrxistin ku 14 bersûcên difikirin ku eleqeya wan der barê bûyera ku di 30yê tîrmehê da li navçeya Meramê ji heman malbatê 7 kes hatin kuştin heye hatin binçavkirin. 

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku di çarçoveya lêpirsînê da xebatên girtina gumanbarê firarî didomin û ev hatin gotin: 

"Di vê merhaleyê da ji ber ku delîl hemû nehatine berhevkirin, analîzên HTSyê dewam dikin, raporên krîmînal bi temamî nehatine îkmalkirin û di raporên lêkolîna sîber da lêkolîna materyalên dijîtal dewam dike û miameleyên lêkolîna şahidan dewam dike, ji ber têkiliya wan a bi gumanbarê firarî yê ku der heqê wî da biryara girtinê heye û kiryarê eslî yê sûcê ye A.Ç, V.K, Y.Ç, Z.A, A.K, A.K, Î.K, Î.A, Î.A û R.Ç. ji hêla dadgeriya cezaya silhê ya nobedar va ji ber sûcê "bi zanebûn kuştina mirov" hatin girtin gumanbarên din M.Ç, Î.Ç, M.G. û A.K. bi şertê qedexeya derketina dervayî welêt û kontrola edlî hatin berdan."

Ji hêla din va derket holê ku di nav kesên hatin girtin da M.Ayê xanima bersûcê firarî, Z.Ayê bavê wî, dayika wî Î.  A û xwîşka wî A.K jî hene. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE