Xwediyên hespan ên li ser Gola Çildirê turîstan bi xizangê digerînin û ew di dema bêhndayînê da jî xalîçe û betaniyan diavêjin ser hespên xwe û wan ji sermayê diparêzin.
Gola Çildirê ya di navbera Qers û Erdexanê da ye û niha rûyê wê bi tevahî cemed girtiye mazûvaniya turîstên xwemalî û biyanî dike.
Xwediyên hespan ên li ser gola cemed girtiye bi xizangan mêvanan digerînin lê hespên xwe jî nabehecînin û pêwîstiyên wan jî hel dikin.
Dema hesp xizangê dikişînin û karê wan diqede xwediyên hespan ji bo bêhndayînê wan dikişînin deverekê, alif didin wan û ji aliyekî va jî ji bo tîna sermayê bişkê betanî û xalîçeyan diavêjin ser hespan û wan ji sermayê diparêzin.
Orhan Gollerê li texma gundê Taşbaşiya ser Arpaçaya navçeya Qersê bi hespan xizangê dikişîne daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku 4 sal e ew li ser Gola Çildirê xizangê dikişîne û mêvanan digerîne.
Goller di axaftina xwe da diyar kir ku her diçe nav û dengê Gola Çildirê belav dibe û wiha pê da çû: "Niha stûriya cemedê ya ser golê bi qasî 40 santîm e. Berf barî û niha her alî çîl û spî ye."
Goller destnîşan kir ku ew hespên xwe baş xwedî dikin û wiha domand: "Hesp dema xizangê dikişînin nacemidin lê dema disekinin em betanî û xalîçeya diavêjin ser wan û alifê wan dikin ber wan."
AA