Li Erzirom û Erdexanê ji ber sermayê welatî zehmetiyê dikişînin.
Li Erziromê ji ber sermayê li banê xaniyan şembelîk çêbûn, ava şadirvan û peyarêyan cemidî.
Li bajêr camên wesayîtan qeşa girt û ekîbên şaredariyê ji bo paqijkirina berf û cemedê dixebitin.
Li Erdexanê jî ji ber sermayê qiravî di ser dar û nebatan da ket, camên wesayîtan qeşa girt.
Li bajêr rê û peyarê cemidîn, welatiyên peya û ajokar di çûyîn û hatinê da tengasiyê dikişînin.
AA