Ji ber şevşevokan dev ji malê berda

Welatiyê mexdûr bi îhtimala ku bi şevşevokan re korona heye naçe mala xwe

Ji ber şevşevokan dev ji malê berda

Ji ber şevşevokan nikare bikeve mala xwe. Li Hakkariyê, welatiyê ku şevşevokan li ser banê wî hêlîn çêkirine ji tirsa ku bi wan re vîrûsa koronayê heye, dev ji mala xwe berda. Welatî ji bo derxistina şevokan ji rayedaran alîkariyê dixwaze.

Beriya hefteyekê şevşevokan di nav banê wî de hêlîn çêkirin.

Piştî wê jî, xwediyê xanî him ji tirsa koronayê, him jî ji ber dengê wan dev ji mala xwe berda.

Şükrü Saraçoğluyê ku li Hakkariyê dijî, ji ber îhtimala ku bi şevşevokan re vîrûs heye, ji tirsê nikare biçe mala xwe.

Saraçoğluyê ku mala wî ji aliyê perçemkan ve hatiye îstilakirin ji rayedaran alîkariyê dixwaze.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE