Ji ber şewba vîrusa koronayê deriyên sînor ên bi Îranê ra hatin girtin

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dr. Lutfî Kirdar a Kartalê der barê rojevê da civîneke çapemeniyê li dar xist

Ji ber şewba vîrusa koronayê deriyên sînor ên bi Îranê ra hatin girtin

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dr. Lutfî Kirdar a Kartalê der barê rojevê da civîneke çapemeniyê li dar xist.

Koca behsa şewba vîrusa koronayê ya li Çînê derket û belavî dinyayê bû da axivî û got ji ber ku li Îranê jî belav bûye wan jî tevdîr dîtiye û deriyên sînor ên bi Îranê ra girtiye.

Wezîr Koca wiha axivî: "Ji ber şewba vîrusa koronayê deriyên sînor ên bi Îranê ra ji bo demekê hatin girtin. Duh û pêr 8 welatiyên Îranê ji ber ku nexweşî bi wan ra heye destûr nehat dayîn ku ew bikevin welatê me."

- "Hemû seferên balafiran ên navneteweyî yên ji Îranê tên ji bo demekê hatin sekinandin"

Koca anî ziman seferên Îranê jî hatin rawestandin û wiha dewam kir: "Hemû seferên balafiran ên navneteweyî yên ji Îranê tên ji saet 20.00î pê va yek alî û ji bo demekê hatin sekinandin."

- "Encamên wan ji hêla vîrusa koronayê va negatîf derket"

Der barê nexweşên li Wanê yên ji wan diketin şikê ku şewba koronayê bi wan ra heye da jî Koca wiha agahî da: "Li Wanê 5 kesên nîşaneyên serma girtinê bi wan ra hebûn dihatin raçavkirin. Encamên wan jî ji hêla vîrusa koronayê va negatîf derket."

Wezîr Koca daxuyand ku di erdheja li ser sînorê Türkiye-Îranê çêbû da jî 9 welatî mirin û 50 kes jî birîndar bûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE