Ji ber şiliyê xaniyê wan hilweşiya

Malbata 11 neferî bê xanî ma û niha di înşaetekê de dijî...

Ji ber şiliyê xaniyê wan hilweşiya

Li Pirxûsa Bajaroka Xelata Bedlîsê ji ber şiliyê xaniyê malbata 11 eyalî hilweşiya. Loma malbat niha di înşaetekê de dimîne. Malbata mexdûr li benda alîkariya xêrxwazan e.

Li Pirxûsa bajaroka Xelata navçeya Bedlîsê ev xanî yê malbateke 11 neferî ye.

Xaniyê malbata Taşdemir ji ber şiliya zêde hilweşiya û malbat li derve ma.

Paşê malbatê ji xwe re xaniyek dît lê belê xanî hê di halê înşaetê de ye.

Ji ber vê yekê jî malbat di rewşeke nexweş de ye.

Mezinê malbatê Zekeriya Taşdemir ji ber feqîriya xwe nikare xaniyê xwe yê xerabûyî jî çêke.

Malbat dixwaze ji wan re alîkarî were kirin.

Dîroka nûkirinê: 13 Nîsan 2019, 16:29
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE