Li parêzgehên wekî Gaziantep, Şanlıurfa, Adıyaman, Kilis, Malatya û Kahramanmaraşê welatî bi rêjeyeke mezin pabendî sînordarkirina derketina derva ku di çarçoveya tedbîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hat cîbicîkirin, bûn.
Ji ber sînordarkirina derketina derva ku li welêt 11ê berfanbarê roja înê saet 21.00ê da dest pê kir û dê sibê saet 05.00an da bi dawî bibe, li ciyên herî qelebalix ên Şanliurfayê ekîbên polêsan kontrol pêk anîn.
Kuçe û kolanên herî qelebalix ên bajêr û her wiha Gola Masiyan û dewrûbera wê xalî man.
Her wisa li Gaziantep, Adıyaman, Kilis, Malatya û Kahramanmaraşê jî ji ber sînordarkirinê kuçe û kolan xalî man.
Ekîbên polêsan kontrol pêk anîn, ekîbên şaredariyê jî di bêdengiya sînordarkirina derketina derva da xebatên paqijî û binesaziyê kirin.
AA