Li parêzgehên wekî Van, Bitlis, Muş û Hakkariyê piraniya welatiyan sînordarkirina derketina derva ya ku di çarçoveya tevdîrên cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da hat îlankirin binpê nakin û li kuçe û kolanan jî bêdengî zêde ye.
Ji ber sînordarkirinê li Vanê meydanên Beşyol û Edremîtê û kolanên Cumhuriyet û Kazimkarabekîrê ku deverên herî qelebalix ên bajêr in vala man.
Ekîbên polêsan li derva kontrolên xwe domandin û di hişyariyan da ji welatiyan xwestin ku bila li malê xwe bimînin û sînordarkirinê binpê nekin.
Muş
Li Muşê jî ji ber sînordarkirinê di kuçe û kolanan da bêdengî hebû û piraniya welatiyan li gor sînordarkirinê tevgeriyan û polêsan jî bi anonsên di nav kolanan kirin da xwestin ku bila welatî li malê bimînin.
Hakkari/Bitlis
Kûçe û kolanên li Hekarî û Bitlîsê jî ji mirov û wesayîtan xalî man.
Li herdu bajaran jî ji bilî kesên wezîfedar kes li derva nema û welatî ji malên xwe derneketin.AA