"Ji ber têkoşîna bibiryar çalakiyên terorê kêm bûn"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "Ji ber têkoşîna bibiryar rêxistina terorê bicidî zirar dît. Di vê çarçoveyê da çalakiyên wan ên terorê pir kêm bûn."

"Ji ber têkoşîna bibiryar çalakiyên terorê kêm bûn"

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "Ji ber têkoşîna bibiryar rêxistina terorê bicidî zirar dît. Di vê çarçoveyê da çalakiyên wan ên terorê pir kêm bûn. Înşallah rojên li pêş me ev (rêxistina terorê) wê bi giştî bê berterefkirin."

Li Sererkaniyê roja înê merasima xelatê ya madalya û yekîneya serkeftî hat lidarxistin.

Di merasimê da ji fermandarên hêzan ên di Artêşa Tirkiyeyê (TSK) da salekê biserkeftî wezîfe kirine Madalyaya Şerefê ya TSKyê û Beratên wan hat dayîn.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akarmadalya û berat dan Orgeneral Yaşar Gulerê Serokê Sererkaniyê, Orgeneral Hasan Kuçukakyuzê Fermandarê Hêzên Esmanî û Oramîral Adnan Ozbalê Fermandarê Hêzên Behrê. Paşê Madalyaya Xizmeta Payebilind a TSKyê dan Orgeneral Guler, Oramîral Ozbal û Orgeneral Atîlla Gulanê Fermandarê Hêzên Esmanî yê Taktîkê.

Di qisma duyem a merasimê da xebatkar, esker û karmendên serkeftî yên di nav TSK, fermandariya hêzan û Sererkaniyê da xelat, plaket û belgeyên xwe yên serkeftinê hildan.

Pîştî dayîna madalya û xelatan Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar axivî.

Akar kesên xelat hildane pîroz kir û behsa têkoşîna dijî terorê kir û wiha got: "Ev têkoşîn ji bo ewlehiya gelê me lazim e û mecburî ye."

Akar got heta terorîstê dawîn jî bê berterefkirin ev têkoşîn wê dewam bike û wiha axivî: "Ji ber têkoşîna bibiryar rêxistina terorê bicidî zirar dît. Di vê çarçoveyê da çalakiyên wan ên terorê pir kêm bûn. Înşallah rojên li pêş me ev (rêxistina terorê) wê bi giştî bê berterefkirin."

Wezîr Akar behsa têkiliya bi cînaran ra û hiqûqa navneteweyî kir û wiha got: "Li Egeyê, li Behra Spî ya Rojhilat, li 'welatê şîn' emê heq û berjewendiyên xwe biparêzin."

AA

Dîroka nûkirinê: 16 Kanûn 2018, 18:05
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE