Li Şîrwana Sêrtê, zarokek dema ku bi tînerê dilîst agir pê ket û canê wî şewitî. Li ser vê helîkoptera eskerî gihîşt hawara zarokê 8 salî û ew gihand nexweşxanê.
Li Şîrwana Sêrtê bûyereke xirab qewimî…
Nayetullah Yeyrekê 8 salî, bi hevalên xwe re bi tînerê dilîst û agir bi canê wî ket.
Xizmên wî tavilê xeber gihandin beşa lezgîn a 112 û cendirmeyan.
Li ser vê, helîkoptera eskerî hat û zarokê biçûk gihand nexweşxaneya dewletê ya Sêrtê.
Nayetullah niha di beşa şewatê ya nexweşxanê de tedawî dibe û rewşa wî baş e.