Ji ber vekişîna avê di Gola Wanê da hişkayî çêbû

Di dîmenên demên curbecur hatine kişandin da ji ber hişkayî û kêmbaranê guherînên li ser golê çêbûne xuya dikin

Ji ber vekişîna avê di Gola Wanê da hişkayî çêbû

Guherîna avhewayê ya gerdûnî ji ber hişkayî û kêmbaranê li qada Gola Wanê jî tesîra xwe ya neyînî nîşan da.

Ji ber germahiya zêde îsal hilmûgilm gorî sala par zêdetir bû û avên di çem, newal, gol û bendavan da bûn jî kêm bûn û di Gola Wanê da jî ev kêmbûn li ber çavan e.

Gola Wanê ya gola herî mezin a Tirkiyeyê ye ji ber germahiyê li hin deran heta 2 kîlometreyî av vekişiyaye û li navçeyên Edremît, Ercîş û Muradiyeyê bi vekişîna avê va bendergehên berê û bermayiyên kelh û deverên dîrokî derketin meydanê.

Li ser dîmenên ji hewayê ku bi droneyê va di demên curbecur hatine kişandin da guherîna ser û berê golê xuya dike û radixe pêş çavan.

Gelek deverên ku berê di bin avê da bûn bi vekişîna avê û germahiya dinyayê va ziwa bûn û niha qadên bejayî ne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE