Ji ber weşana "Herekata Kaniya Aştiyê" 11 kes hat binçavkirin

Ekîban operasyon birin ser 18 navnîşanên li Alîaxa, Dîkîlî, Menemenê û navenda Îzmirê, 11 kes binçav kirin.

Ji ber weşana "Herekata Kaniya Aştiyê" 11 kes hat binçavkirin

 Li Îzmirê 11 şikbarên li ser medyaya civakî der barê Herekata Kaniya Aştiyê da propagandaya terorê kirin hatin binçavkirin. 

Ekîbên Midûriyeta Ewlekariya Îzmirê li dijî kesên hewl didin Herekata Kaniya Aştiyê rûreş nîşan bidin, propagandaya rêxistina terorê dikin û li gor telîmatên rêxistinê bangî gel dikin ku li dijî hêzên ewlekariyê çalakiyê li dar bixin xebat meşandin.

Ekîban operasyon birin ser 18 navnîşanên li Alîaxa, Dîkîlî, Menemenê û navenda Îzmirê, 11 kes binçav kirin.

Di lêgerîna li navnîşanên şikbaran da amûr û materyalên ji bo propagandaya rêxistinê tên bikaranîn hatin girtin.

Jêpirsîna şikbaran ya li Midûriyeta Ewlekariyê dewam dike.

Wekî mayîn ji bo derdestkirina şikbarên din xebat dewam dikin.AA

Dîroka nûkirinê: 11 Cotmeh 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE