Ji ber îxbara ne rast ciza lê hat birîn

Li xeta 112ê geriya û îxbareke nerast kir, ciza lê hat birîn.

Ji ber îxbara ne rast ciza lê hat birîn

Li Bingölê, welatiyek li xeta 112ê geriya û îxbara nexweşiyê kir. Navenda 112ê jî ambûlans şand cihê bûyerê. Paşê derket holê ku îxbar ne rast e. Ji ber vê yekê li wî kesî 425 lîre cizayê îdarî hat birîn.

Li Bingölê, welatiyek li xeta 112ê geriya û ji bo nexsweşekî ambûlans xwest.

Navenda 112’yê jî demildest ambûlans û personelên tenduristiyê şandin cihê bûyerê.

Lê derket holê ku welatî bi qestî li 112ê geriyaye, tu kes ne nexweş e ne jî birîndar e.

Navendê jî ji bo ku îxbara nerast kiriye giliyê wî kir. Serdozgeriya Bingölê jî 425 lîre cizayê îdarî da wî kesî.

Li Bingölê par ji 242 hezar îxbaran 26 hezar îxbar nerast derketin. Ji ber vê yekê personel hin caran nikarin biçin îxbarên rast jî.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE