Îbrahîm Kalinê Berdevkê Serokomariyê got, "Rêxistina terorê rûyê xwe yê bêbext û wehşî carekê dîsa rayê da. Di rojên koronayê da jî nîşan da ku di bêbextiyê da sînor nas nake."
Kalin li ser hesabê xwe yê Twitterê der barê êrîşa terorîstên PKKyî li Qulpa navçeya Diyarberkirê kirin da daxuyanî da.
Kalin ji bo welatiyên di vê êrîşa rêxistina terorê da hatin kuştin serxweşî da û got rihma Xwedê li wan be û wiha pê da çû: "Rêxistina terorê rûyê xwe yê bêbext û wehşî carekê dîsa rayê da. Di rojên koronayê da jî nîşan da ku di bêbextiyê da sînor nas nake."