Berdevkê Wezareta Karên Derva Hamî Aksoy got taahhuda Kosovayê ya ku wê li Qudsê balyozxaneyê veke dijî biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY) û hiqûqa navneteweyî ye.
Aksoy der barê pirsa ku ji bo biryara Kosovayê ya ku dibêje ewê li Qudsê balyozxaneyê veke hatibû pirsîn da bersiveke nivîskî da.
Aksoy daxuyand di navbera Kosova û Îsraîlê da têkiliyên dîplomatîk bi peymana ku duh hat îmzekirin va hat avakirin, di vê çarçoveyê da Kosovayê tahahhud kir ku li Qudsê balyozxaneyê veke.
Aksoy,wiha got: "Taahhuda Kosovayê di serî da dijî biryarên Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navneteweyî ye. Gaveke di vî warî da bê avêtin wê xizmetê ji Filistînê ra neke û ewê zirarê bide çareseriya dudewletî."
AA