Li Ercişa Vanê ciwanan ji berfê mase û paldank çêkirin, pişt re li ser pirtûk xwendin. Armanca wan ew bû ku balê bikişînin ser xwendinê.
Ciwanên pirtûkhez ji bo ku balê bikişînin ser xwendinê çalakiyeke ecêb kir.
Ciwanan ji berfê paldank û mase çêkirin.
Piştre kitêbên xwe girtin destê xwe û li hemberî hev rûniştin.
Ciwanên dilxwaz di nav sermayê de pirtûk xwendin.
Armanca wan ew bû ku balê bikişînin ser xwendina kitêban.
Ciwanan berê jî çalakiyên bi vî awayî kiribûn.
Welatiyên li derdorê jî eleqe nîşanî çalakiyê dan.