Ji bo 176 eskeran ji ber FETOyê biryara binçavkirinê hat dayîn

Di çarçoveya lêpirsînê da 115 kes hatin biçavkirin.

Ji bo 176 eskeran ji ber FETOyê biryara binçavkirinê hat dayîn

Di çarçoveya lêpirsîna dijî sazîbûna krîpto ya di nav Artêşa Tirkiyeyê da ya Rêxsitina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ji bo 176 şikbarên esker biryara derdestkirinê hat dayîn, li 49 bajaran operasyona navenda wê Îzmir e birin ser rêxistinê û 115 şikbar hatin binçavkirin.

Di çarçoveya lêpirsîna dijî FETOyê ya Serdozgeriya Komarê ya Îzmirê dimeşîne da ji bo 97ê wan yên li serwezifeyê 143 usteymenan û 11ê wan li ser wezifeyê 33 teymenan biryara binçavkirinê hat dayîn.

Ekîbên Êidûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Sûcên Malî û Organîze û Terorê ji bo derdestkirina şikbaran navend Îzmir li 49 bajaran operasyon dan despêkirin.

Di çarçoveya lêpirsînê da 115 kes hatin biçavkirin.

Hat ragihandin ku di nav kesên ji bo wan biryara binçavkirinê hatin dayîn da 6 pîlotên usteymen ên teyareya F-16ê, 4 fermandarên cendirmeyan ên navçeyan jî hene.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE