Ji bo 2 şaredariyên Diyarbekirê wezîfedarkirin

Şaredara Yenîşehirê ya HDPyî Belgîn Dîken û Şaredarê Hezroyê Ahmet Çevîkê HDPyî ji wezîfeyê hatin dûrxistin

Ji bo 2 şaredariyên Diyarbekirê wezîfedarkirin

 Li Diyarbekirê şûna Şaredara Yenîşehirê ya HDPyî Belgîn Dîken û Şaredarê Hezroyê Ahmet Çevîkê HDPyî yên der barê wan da lêpirsîna terorê heye cîgirserokên şaredariyê yên nû hatin wezîfedarkirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat gotin der barê Şaredara Yenîşehirê Belgîn Dîken da ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" du lêpirsînên ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê va hatine destpêkirin hene.

Hat gotin ji ber pêvajoya edlî ya ku dewam dike ew bi pesendkirina Wezareta Karên Navxweyî va ji bo tevdîrê ji wezîfeyê hatiye dûrxistin, şûna wê Qaymeqamê Yenîşehirê Murat Beşîkçî li gor madeyên 45 û 46emîn ên Qanûna Şaredariyê wek Cîgirserokê Şaredar hat wezîfedarkirin.

Der barê Şaredarê Hezroyê Ahmet Çevîk da jî hat gotin ji ber sûcê "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar" du lêpirsînên ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê va tên meşandin dewam dikin.

Hat gotin ji ber pêvajoya edlî ya ku der barê Ahmet Çevîk da dewam dike ew ji hêla Wezareta Karên Navxweyî va ji bo tevdîrê ji wezîfeyê hatiye dûrxistin, Qaymeqamê Hezroyê Alî Oner li gor madeyên 45 û 46emîn ên Qanûna Şaredariyê wek Cîgirserokê Şaredar hat wezîfedarkirin.

Ji bo Şaredariya Îdilê wezîfedarkirin

Şûna Songul Erdena Şaredara Îdila navçeya Şirnexê ya HDPyî ku di çarçoveya lêpirsîna terorê da ji wezîfeyê hatibû dûrxistin, Qaymeqam Zafer Sag wek "cîgirê şaredar" hat wezîfedarkirin.

Di daxuyaniya Walîtiyê da hat bibîrxistin ku Şaredara Îdilê ya HDPyî Erden ji ber sûcên "propagandaya rêxistina terorê" û "endamtiya rêxistina terorê" li Dadgeha Cezayê Giran a 3an tê darizandin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Ji ber ku pêvajoya karên edlî dewam dike, li gor Benda 127emîn a Qanûna Bingehîn û li gor Benda 47emîn a Qanûna Şaredariyan, bi pesendkirina Wezareta Karên Navxweyî Şaredar Erden berwext ji wezîfeya xwe hat dûrxistin. Li gor benda 45emîn û 46emîn a Qanûna Şaredariyan, Qaymeqamê Îdilê Zafer Sag wek "Cîgirê Şaredarê Îdilê" hat wezîfedarkirin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE