Ji bo 200 zarokên sêrtî cil û berg

Xêrxwazan di berf û baranê de cilên germ li zarokan kirin...

Ji bo 200 zarokên sêrtî cil û berg

Çile ye û serma gelekî zêde ye. Jinên eskîşehîrî gotin “bila zarok necemidin” û ji 200 zarokên sêrtî re cil û bergên zivistanê kirîn. Kewaniyan bi destên xwe jî kimik û berstûyên rengîn ji wan re çêkirin. Li semsûrê jî ihh’ê kêfa zarokên sêwî anî.

Bi ked û xîreteke mezin, bi dil û can hewl dan…

Jinên Eskişehirî ji 200 xwendekarên Şêrvana Sêrtê re him cil û berg kirîn, him jî bi xwe kimik û berstû honandin.

Pişt re jî bi rê ketin, çûn Şêrvanê û bi destê xwe ew li zarokan kirin.

Li Semsûrê jî komeleya xêrê İHH’ê, cilên zivistanê li 500 zarokên sêwî û hewcedar belav kirin.

Wan ji bo vê jî li salona konferansê bernameyek li dar xist.

Rayedarên bajêr û malbatên zarokan hatin programa xêrê.

Dîroka nûkirinê: 10 Çile 2019, 17:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE